Cîhan
Li Meksîkayê di 2017an de 31 hezar cinayet
PeyamaKurd- Enstîtuya Netewî ya Îstatîstîkê (INEGI) ragihand ku di sala 2017an de, 31 hezar û 184 kes hatin kuştin. Li gor rapora INEGI di sal 2016an de jimara kuştiyan 24 hezar û 554 bû û di sala borî de %27 zêde bûye.
Ji sala 1990an de, ev jimara herî zêdeye ku Enstîtu li gor qeydiyên morgan û sîcîlan amade kiriye. Di dinyayê de bajarên herî talûke 5 ji wan li Meksîkayê ne. Sûcên ku di van bajaran de tên kirin, di 20 salên dawiyê de, îsal gihaye asta herî bilind.