Cîhan
Li Mersînê qeza çêbû: 2 mirî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Mersînê li navçeya Mut ê kamyonekî û kamyonetekî lihev ketin û di encamê de 2 kesên di kamyonetê de mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Di qezayê de Kemal Aydın ku di kamyonetê de bû li ciyê qezayê can da. Birîndar Mehmet Uğuz, Nurten Uğuz, Hediye Aydın û Hidayet Aydın bi ambûlansan birin nexweşxaneyên nêz.
Li nexweşxanê doktoran mudaxele bi Nurten Uğuz kirin lê ew jî can da.
Polîsan ajotvanê kamyonê xistin binçav.