Cîhan
Li mizgeftê bomba hat dîtin
PeyamaKurd- Berdevkê polîsê payîtexta Swêdê yê Stockholmê ragihand ku di mizgeftê de daleqandî teqemenî hatiye dîtin û bi dest hatiye çêkirin. Berdevk got ku wan teqemeniyê bê tesîr kirine û bûyerê weka tehdîdê binavkir.
Serokê rêxistina Yekîtiya Îslamî ya Swêdê Mohamed Temsamani, ragihand ku tehdîdên li ser mizgeftan rastin û çend car êrîş çûne ser mizgefta wan lê tevî ku dîmenên kamerayê hatine xwestin jî nehatine dayîn. Temsamanî weha got: “ Divê em di bin rêvebiriya polîs de kamerayê li mizgeftê bicîh bikin. Eger nebe, wê jiyana bi deh kesan bikeve talûkê.”