TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Mûsilê muhîmmat hatin dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2018 23:47

PeyamaKurd- Mûsil aram nabe. Li bajarê Mûsilê alavên teqemeniyê hatin dîtin ku bo teqandinê amade ne. Rêvebiriya muxaberata Mûsilê ragihand ku di opreasyonekî de depoyeka muhîmmatan hatiye dîtin.

Operasyona ku bi fermandariya hevkar ya operasyonan re hat kirin, di operasyonê de 11 kemberên bi bombe ku bo teqandinê amade ne û 9 heb funye ketin dest. Di nava teqemeniyê de gelek jî topên hawanê hatin dîtin. Di ragihandina nivîskî de nehat diyarkirin bê cepilxane yê kîjan rêxistinê ye.

Di nava Mûsilê de hêjî hucreyên rêxistina DEAŞê yên ku xefin hene û gelek caran êrîş dikin ser deverên ku dixwazin.

Parve bike: