Cîhan
Li nêzî Qesra Spî êrîşa çekdarî: Êrîşkar doktor e, qurban rêveber e
PeyamaKurd - Li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Washington DCyê, li nêzî Qesra Spî êrîşa çekdarî pêk hat ku tê de êrîşkar bixwe jî di nav de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Çapemeniya Amerîkayî ragihand ku êrîşkarê bi navê Matt Lambert ê 55 salî doktorê servîsa lezgîn e.
Li gorî daxuyaniya Polîsê Washingtonê, Lambert li salona werzişê ya bi navê VIDA Fitnessê kesek kuştibû, piştre çûbû daîreya xwe ya luks a li qata heftan a heman avahiyê û li wir bend çêkiribû.
Êrîşkar piştî ku ji balkonê gule li derdorê barandin û 4 kes birîndar kirin, dawî li jiyana xwe anî.
Rêveberê Emniyetê Jeffery Carroll diyar kir ku qurbanê bi navê James Stuart (46) rêveberê avahiyê ye û sedema êrîşê jî nakokiyên li ser pirsgirêkên avahî û daîreyê ne.