TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Nîjerê general Abdurrahman Tchiani bû serokê hukumeta demkî

Admin M
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2023 01:05

PeyamaKurd – Li welatê Nîjerê piştî derbe hat kirin general Abdurrahman Tchiani bû serokê hukumeta demkî. Li Nîjerê 2 roj berê derbe çêbû û serokê alaya pararstvanên serokkomariyê general Omer Tchiani an ku bi navê dinê Abdurrahman Tchiani (62) bû serokê ‘Konseya Netewî ya Parastina Welat’.

General Tchiani di sala 2015an de bû general û di 26ê Temmûza 2023an de derbe li serokkomarê Nîjerê Muhammed Bazum kir. Piştî desteserkirina Bazûm ya li koşka serokkomariyê berdevkê artêşê Amadou Abdramane di kanala tv ya netewî de belavoka derbê xwendibû.

Parve bike: