Cîhan
Li Nîjeryayê 18 rehîne hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Kebbiyê di operasyonên hat kirin de 18 rehîneyên ku ji terefê kesên çekdar de hatibûn revandin, hatin rizgarkirin. Parêzgerê herêma Danko Wasagu Hussaini Aliyu-Bena, ragihand ku artêş û hêzên xwecîh bi hevre operasyonan kirine.
Aliyu-Bena, got ku di operasyonan de çekdarên ku rehîneyan di destê xwe de digirtin, gelek kes ji wan kuştine û 18 rehîneyan ji destê wan derxistine.
Di demên dawiyê de xelkê Nîjerya bi êrîş û revandinên rêxistinên weke Boko Haram û ISWAPê re rû bi rû dimîne.