Cîhan
Li Nîjeryayê 3.876 mehkûm di firarê de ne
PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Nîjeryayê Rauf Aregbesola ji bo çapemeniyê ragihand ku di êrêşên ser zîndanên deverên cuda de 4.860 mehkûm firar kirine û ji wan mehkûman 984 firar hatine girtin û 3.876 mehkûm niha di firarê de ne.
Hukumeta Nîjeryayê mehkûmên ku reviyane li wan digerin û ji hemwelatiyan xwestin ku alîkariya mehkûman nekin.
Aregbesola ragihand ku ji bo ber li firarkirinê bigrin, wê sîstema biyometrîk li zîndanan deynin.