TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Norwêcê trêna rêwiyan ji rê derket

Admin H
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2024 22:01

PeyamaKurd – Trêna rêwiyan a ku ji bajarê Trondheim ê Norwêcê diçû bajarê Bodoeyê ji ser rêhesinê şemitî û wergeriya.

Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 4 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Norwêcê ragihandine ku di trênê de herî kêm 50 rêwî hebûn.

Polîsê Norwêcê jî daye zanîn ku ketina latekî ji çiyê bûye sedema qezaya trênê ku ji rê derketiye. Hemû rêwiyên trênê hatin tehliyekirin.

Parve bike: