Cîhan
Li Palandokenê li ser firotina arazî bi sîlih lihev xistin û 7 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Palandökenê li taxa an ku gundê Toparlakê seet li dora 16.30an de li ser firotina arazî di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de bi çekan li hev xistin û 7 kes birîndar bûn.
Li gor ragihandinê; malabata Y. ji ber arazî kiriye bi malbata Ö. re munaqeşe kirine. Paşî bi çekan li hev dixin û di encamê de S.Y., B.Y., E.Y., H.Y. û G.Y.û ji malbata dinê Ö.Ö. û M.Ö. birîndar dibin.
Birîndarê malbata Y. dibin nexweşxana Zankoya Atatürk û birîndarên malbata dinê ya Ö. dibin nexweşxana bajêr ya Erzeromê.
Di şer de hinek mal û erebe jî xesarê dibînin û cendirme tedbîrên ewlehiyê sitendine.