TR KU SO
FB X
Cîhan

Li payîtexta Nîjerê dengê teqînan û çekan tê: Alavên leşkeran daketin kolanan

Admin M
Nivîskar
📅 29 tebax 2026 10:21

PeyamaKurd – Li welatê Nîjerê li payîtext Niameyê dengê teqînan û çekan bilind bûye. Li gor Reutersê dengê teqînan li dora Koşka Serokkomariyê û balafirgeha Diori Hamani ya navdewletî hatiye. Di kolanan de jî erebeyên leşkerî xwuya dikin.

Li Nîjerê ji sala 2023an heya niha desthilat di destê General Abdurahmane Tiani de ye û hukumeta leşkerî desthilatê birêve dibe.

Heya niha desthilata Nîjerê ti agahiyan nedaye çapemeniyê.

Parve bike: