TR KU SO
FB X
Cîhan

Li paytexta Tirkiye Enqerê NOTAM hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2026 18:33

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya amadekariyên Lûtkeya NATOyê de ku li paytexta Tirkiye Enqereyê tê lidarxistin, ji bo trafîka asmanî hişyariya NOTAMê ango Agahdarkirina Balafirvaniyê hat dayîn.

Li gorî biryarê wê firînên li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê bên sînordarkirin û trafika asmanî ya balafirgehê ji bo demekê bi awayekî demkî tê astengkirin.

Wekî sedem jî asayîş û rêbaza hatûçûna şandeyên navdewletî ya di asta herî bilind de hate nîşandan.

Bi vê biryarê re wê firînên navxweyî û navdewletî yên Enqereyê roja sêşemê 7ê Tîrmehê di navbera saet 10:00-18:00an de û roja çarşemê, 8ê Tîrmehê jî di navbera saet 14:00-21:00an de bên sînordarkirin.

Rayedaran bang li geştiyaran kir ku berî ku berê xwe bidin balafirgehê, seferên xwe ligel kompanyayên balafirvaniyê kontrol bikin da ku pêşî li her cûre pirsgirêkan were girtin.

Parve bike: