TR KU SO
FB X
Cîhan

Li peravên Sûriyê bota koçberan hat dîtin: 34 mirî

Admin M
Nivîskar
📅 23 îlon 2022 04:11

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê lîmanên Sûriyê Samer Qubruslî ragihand ku li peravên bajarê Tartûsê, botekî koçberan hatiye dîtin ku tê de 34 koçber mirine. 14 koçberên ku asê mabûn wan rizgar kirine û li gor ragihandina koçberên zindî mane; ji çend roj berê de ji gundê bi navê Minyehê yê ser Lubnanê derketine rê.

Di botê de ji çend welatan kes hebûne û tevî zor û zahmetiya pêlên ava deryayê û bandora bayê, lêgerîn û rizgarkirina koçberan dewam dike.

Parve bike: