TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Qersê civîna karsazên Tirkiye-Ermenistanê çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 02 hezîran 2026 22:15

PeyamaKurd – Bi malxweyiya Oda Bazirganî û Sanyiyê civîna karsazên Ermenistanê û Tirkiyê pêk hat. Di civînê de li ser normalbûna têkiliyên navbera her dû dewletan û derfetên bazirganiyê axifîn. Ji her dû dewletan rayedar jî tevlî civînê bûn.

Civîn li Qersê li otelekî li dar xistin. Di civînê de ji wezareta karên derve ya Tirkiyê Ayşe Uzer, ji wezareta karên derve ya Ermenistanê şêwirmend Hayk Darbinyan, serokê odeya Qersê (KATSO) Kadir Bozan, serokên odeya Ixdir, Ardaxan, Erzerom û endamê rêvebiriya giştî yê odeyê Saim Özakalın amade bûn.

Di demên dawiyê de, di navbera Tirkiye û Ermenistanê de di asta dîplomasiyê de pêşdeçûn hene û niha her dû dewlet dixwazin di asta aboriyê de jî têkiliyan xwurt bikin.

Parve bike: