TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Qeterê Rewşa Awarte: Hejmara birîndaran zêde bû

📅 01 adar 2026 15:10

PeyamaKurd- Wezareta Navxwe ya Qeterê ragihand ku ji ber geşedanên dawî yên li herêmê, yekîneyên ewlehî û parastina sivîl bi hevahengiya saziyên têkildar "planên rewşa awarte" yên pejirandî tavilê xistine meriyetê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev pêngav ji bo parastina ewlehiya giştî, misogerkirina berdewamiya xizmetguzariyan û bilindkirina asta amadebaşiyê li dijî her cure rûdanên neçaverêkirî hatine avêtin. Rayedaran destnîşan kir ku hemû saziyên dewletê di bin koordînasyoneke tam de ne da ku bandora krîzê li ser jiyana rojane kêm bikin.

Li gorî agahiyên ku ji qadê hatine û tespîtên destpêkê, di encama êrîşên dawî yên Îranê de 8 birîndarên nû hatin tomarkirin û bi vê yekê re hejmara giştî ya birîndaran li seranserê welat gihîştiye 16 kesan. Herwiha hat ragihandin ku li herêmên cuda zirarên madî yên sînordar çêbûne, lê tîmên teknîkî ji bo sererastkirina ziraran di nava liv û tevgerê de ne.

Parve bike: