TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Raqqayê 1236 cesed derxistin

Admin M
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2018 19:40

PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Raqqayê 3 gorên komkî hatin dîtin. Ji goran 1236 cesed derxistin. Temamê cesedan yên jin û zarokan e. Raqqa, berê baregeha DEAŞê bû û dibe bi wê sedemê li Reqqayê ewqas kes haitibin kuştin.

Wêneyên cesedan di ser hesabên medya civakî ya Komîta Avakirina Jinûde ku bi ser Konseya Bajêr ê Raqqayê ve ye, tê dîtin ku tîmên parastina sîvîl ji goran çawa cesedan derdixin.

Amnesty ku rêxistina navdewletî ya efûyê ye, di vê mijarê de raporekî amade kir û di raporê de dibêje ku hêzên koalîsyonê yên di bin serokatiya Amerîka de, di dema şerê Raqqayê de baş tedbîran nestendiye da zerarê nedin sîvîlan. Hem bo lêkolîna bûyeran jî xebateka baş nekiriye. Di malpera Amnesty de nivîseka weha hat belavkirin:

“Sûriye: Kêmasiyên an qûsûrên raporkirina kuştiyên sîvîl ya koalîsyona di bin serokatiya Amerîka de ku li Raqqayê ye”. Di rapora Amnesty de dibêje ku raporên koalîsyonê ne ciyê baweriyê ne, lêkolîna giliyan baş nekirine û lêkolînên îlawe nehatine kirin.

Parve bike: