Cîhan
Li Reqqayê di navbera HSDê û Siwwar El-Reqayê de ser!
PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Reqqayê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên Siwwar El-Reqayê de şer derket.
Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwestin ku mezinekî Siwwar El-Reqayê bigirin û çekdarên Siwwar El-Reqayê jî li dijî vê tevgerê derketine û di navbera her dua liyan de şer derketiye.
Li gorî agahiyên Çavdêrxanya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) şer li taxa El-Rimêla derketiye.
Piştî vê geşedanê Hêzên Koalîsyonê mudaxeleyî bûyerê kiriye. Lewra her du alî jî bi Koalîsyonê re dixebitin.