Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê peyva “Kurdistanê” tê rakirin!
PeyamaKurd- Piştî ku di Kongreya Sûriyê ya Demokratîk de tewr hate guhertin, navê “Asayîşa Rojavayê Kurdistanê” jî hate guhertin.
“Asayîşa Rojavayê Kurdistanê” navê xwe û logoya xwe guherand û navê xwe kir “Hêzên Ewlekariya Navxwe”.
Bi vê geşedanê re li Rojavayê Kurdistanê hi hemî saziyên fermî peyva “Kurdistanê” hate derxistin. Tevî vê, navê wan jî weke Ewlehiya Rejîma Sûriyê çêbû.
“Asayîşa Rojavayê Kurdistanê” di 4ê Temûzê de li Tabqayê konferansa xwe kiribû û biryar standibû ku nav û logoya xwe biguhere. Li gorî biryarê wê navê “Hêzên Ewlekariya Navxwe” bi kar bînin.