TR KU SO
FB X
Cîhan

“Li Rojhilata Navîn asîtî bê rû bi rûbîna bi Îranê re nabe”

Admin M
Nivîskar
📅 15 sibat 2019 00:22

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku siyaseta Îranê bingeha problemên Rojhilata Navîne û heya heya bi Îranê re em rû bi rû nebin, di Rojhilata Navîn de aramî û asayiş çênabe.

Di bin serokatiya Amerîka de li Varşova li payîtexta  Polonyayê, konferansa bi navê “Destekkirina aşîtî û asayîşê di Rojhilata Navîn de” destpêkir û Pompeo bi serokwezîrê Îsraîl re derket ber çapemeniyê. Pompeo got ku Îran li Yemen, Lubnan, Sûriye û Iraqê bandora xwe bi awayeka xerab bikartîne û heya bi Îranê re nekevin cephê, aşîtî nayê Rojhilata Navîn û di herêmê de îstîqrar çênabe. Pompeo dewam kir û got ku Îran destekê dide Hûsiyan, Hamasê û Hîzbûllahê û hemû tehdid in.

Di konferansê de wezîrê karên derve yên 60 dewletan hebûn an jî temsîlkarên wan. Giraniya mijarê li ser Îranê bû.

Parve bike: