Cîhan
Li Rûsyayê balafirekî Su-24 ket
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku balafirekî Su-24 ya hêzên hewayî ya Rûsyayê di dema fira xwe ya plankirî de li herêma Volgogradê ket ciyekî ku ne jîngehe. Wezaret weha got:
“Li Herêma Volgogradê di wexta perwerdeyekî plankirî de balafira Su-24 ket. Di balafirê de muhîmmat tinebû û ket sehayekî tenha. Helîkopterên Mi-8 yên aîdê têmên lêgerîn-rizgarkirinê, me şand ciyê bûyerê.”
Di derbarê jiyan û tenduristiya ajotvanan de agahî nehat dayîn û li bajarê ku balafir lê ketiye yê bi navê Kalachyovsky, ti zerara maddî û canî çênebûye.