TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Rûsyayê di avahiyeke 5 qatî de teqînek pêk hat

Admin L
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2022 15:01

PeyamaKurd Li Rûsyayê di avahiyeke 5 qatî de teqînek pêk hat. 4 kesan can dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Nîzhnevartovskê yê herêma Tyumen a Rûsyayê, li gorî saeta herêmî, di saet 18:06an de di avahiyeke 5 qatî de teqînek çêbû.

Piştî teqînê di aliyekî avahiyê hilweşiya, 52 şêniyên avahiyê bi derfetên xwe ji avahiyê derketin, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyên 4 kesan hatin dîtin û 10 kes jî di bin xirbeyan de birîndar bûn.

Şaredarê Nîjnevartovskê Dmîtrî Koşçenko di daxuyaniyekê de derbarê teqînê de tekez kir, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û tekezî li ser wê yekê hat kirin, îhtîmala heye teqîn ji ber gazê derketibe. Herwiha diyar kir, derbarê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 
Parve bike: