TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Rûsyayê di ereba rêvebirê fabrîka dronan de teqîn çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 05 tebax 2026 17:42

PeyamaKurd – Li Rûsyayê di ereba rêvebirê fabrîka dronên kamikaze tê de hildiberînin ya bi navê Uraldronzavod de teqîn çêbû. Ev kiryar di sanayiya bergiriya Rûsya de endîşe çêkir. Revebirê fabrîkê Vladimir Tkachuk giran birîndar bû û li nexweşxanê ye û rewşa wî baş nîne.

Rûdan li nêzî bajarê Yekaterinburgê vê siba qewimî. Piştî rêvebir Tkachuk birîndar bû, bilez wî birin nexweşxanê lê jiyana wî di talûkê de ye.

Piştî rûdanê pispor dixebitin da bizanin bê çawa û li ku derê teqemenî xistine ereba rêvebir.

Artêşa Rûsyayê dronên kamikaze yê di fabrika navborî de tên hiberandin, gelek caran bikartînine ku navên wan ‘Upyr’ (Vampir) FPV kamikaze dron in. Ev drone di teknolojiya Rûsya de gelek rolekî esasî dileyîze.

Li ciyê teqîn çêbû, tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û herkes şaş maye bê çawa karibûn vê rûdanê bikin. Heya niha rayedarên Rûsyayê ti agahî belav nekirine.

Parve bike: