Cîhan
Li Rûsyayê ji bo 10 MALLan alarma bombeyê hat dayîn
PeyamaKurd - Li paytexta Rûsya Moskowê ji bo 10 MALLên mezin ên nav bajêr (Navendên Firoşgehan) alarma bombeyan hat dayîn û bi hezaran kes hatin tehliyekirin.
Ajansa Rûsî TASSê bi zarê rayedarên emnî ragihand ku ji bo MALLên mezin ên bi navê; Artrium, Tsvetnoi, Kapitoliy û Megapolis jî di nav de, ji bo 10 MALLên mezin giliyê bombeyan hat kirin.
Polîsê Moskowê ket amadebaşiyê û bi hezaran kesên li hûndirê wan MALLan hatin tehliyekirin.
Hat diyarkirin ku lêkolîn û lêpirsîna li ser alarmên bombeyan berdewam dike û hîn piştrast nebûye, gelo ew gilî rast in yan bêbingeh in.