Cîhan
Li Sakarya teqîn: 3 cendermeyan can da, 6 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya yê Tirkiyê cendermeyên ku dema qemyona teqemeniyên ji kargeha hefteya borî teqiyabû mabûn, ji bo îmha bikin dibirin teqemenî bi wan de teqiyan.
Di bûyera ku îro 9ê Tîrmehê berî nîvro rû daye de, li gorî zanyariyan 3 cenderme mirin û 6 jî birîndar bûn.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê teqînê de ragihand ku dema ji bo îmhakirinê fîşekên ji kargeha teqiyayî mayî vala dikirin, bi cendermeyan de teqiyaye û 3 cendermeyan can daye û 6 jî birîndar bûne.
Hefteya borî kargeheke fîşekan li Sakaryayê teqiyabû û 7 karkeran di encamê de can dabû û bêhtirî 90 kes jî birîndar bûbûn.