TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Samê otobusa leskerên Sûriyê hat teqandin: 1 kustî, 11 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 15 sibat 2022 21:29

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 15ê Sibatê li Şamê bombeyek bi otobuseke leşkerî ya artêşa Sûriyê de hat teqandin.

Li gorî zanyariyan di encama teqandina bombeyê bi otobusê de, leşkerekî hêzên rejîma Sûriyê hat kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Çavkaniyeke leşkerî ji medya fermî ya rejîma Sûriyê re daye xuyakirin: "Vê sibehê li demjimêr 07:25 de bombeyek di otobusa razanê ya leşkerî de teqiya. Di encamê de leşkerek hate kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn."

Parve bike: