TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Samê teqîn çêbûn

Admin M
Nivîskar
📅 02 îlon 2018 19:53

PeyamaKurd- Li bajarê Şam a Sûriyê li baregeha El Mezzeyê ya hewayî di depoyên muhîmatan de teqîn çêbûn.

Rojnama Times of Israel ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê teqîn çêbûne lê ajansa nûçeyan ya Sûriyê SANA got ku bi sedema ariza ya elektrîkê di depoyan de teqîn çêbûye.

Ragihandina nûçeyê ji aliyê ajansa Spûtnîkê de jî hat ragihandin. Çavkaniyên nêzî dewleta Sûriyê ji Spûtnîkê re ragihandin ku teqîn bi sedema fuzeyan çêbûne. Fuzeyên ku hatine avêtin ji aliyê sîstema parastina Sûriyê de hatine îmhakirin.

Parve bike: