TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser îfadeya qayyûman HDPê bersiva Erdogan da!

Admin V
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2018 14:09

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku em ê dîsa qayyûman tayîn bikin. Li ser van peyvan ji aliyê HDPê bersivek hat: “Ev peyv ispat dikin ku li hemberî HDPê bi ser nakevin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku heke şaredarên ku hatin hilbijartin, tevlî terorê bûbin, em ê qayyûman tayînî cihê wan bikin. Li ser vê yekê Wekîla HDPê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bersivek da.

Taşdermîr li ser hesabê xwe yê twitterê ev mesaj weşand: “Berê digotin, gel piştgiriya HDPê nake. Piştî ku ev derew derkete meydanê, êdî dest bi tehdîdan dikin. Ev îtîrafkirina têkçûna AKPê ye.”

Di pey vê mesajê re Taşdemîr wêneyê Sabahat Tuncel û Gûltan Kişanak jî weşand û wiha got: “Gel ew hilbijartin, wan jî ew avêtin hebsê. Em ê bi hev re vê leyîskê xira bikin.”

Parve bike: