Cîhan
Li ser rêya Yunanîstanê gelek penaberên neyasayî hatin girtin!
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiya Tirkiyê 721 penaberên neyasayî li bajarê Edîrne ya li bakurê rojavayê Tirkiyê girt, ku dixwestin derbasî Yunanîstanê bibin.
Ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê belav kir, ku ew 721 penabarên neyasayî xelkê Iraq, Cezayîr, Mexrîb, Tunis, Lîbya, Misir, Erîtîe, Urdin, Filîstîn, Sûriye, Pakistan û Afganîstanê ne.
Penaberên neyasayî ku dixwestin derbasî Yunanîstanê bibin, li ser sînorê navbera Tirkiyê û Yunanîstanê hatin girtin û Tirkiye amadekariyê dike ku wan wegerîne welatên wan.