TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser sînorê Etiyopya û Somaliyê ser: 100 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 07 nîsan 2021 03:21

PeyamaKurd – Li welatê Etiyopyayê li ser sînorê Somaliyê li devera Afarê, ji roja îna çûyî heya niha di şer û pevçûnan de herî kêm 100 kes mirin. Ragihandin ji aliyê komîserê polîsên deverê yê bi navê Ahmed Hûmed de hat kirin. Hûmed hêzên herêmî yên Somaliyê bi plankirina êrîşan sûcdar kir. Ahmed weha got:

“Hêzên taybet yên devera Somaliyê bi sîlihên weka tivingên makînelî, roketavêj û sîlihên weka wan yên giran bikaranîn û êrîşê deverên Harûk û Gewana kirin. Jin û zarok di wexta di xew de bûn hatin kuştin.”

Parve bike: