TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sîstan û Belûcistanê pevçûnên dijwar: Hêzên Îranê rastî êrîşan hatin

Admin H
Nivîskar
📅 03 mijdar 2026 16:48

PeyamaKurd - Di nav rojên borî de, di navbera hêzên ewlehiyê yên Îranê û komên çekdar ên herêmî de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê pevçûnên giran qewimîn.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku ev bûyer nîşaneya kûrbûna krîza siyasî û ewlehiyê ne, ji ber ku xelkê Belûç bi salan e rastî cudakarî û zordariyê tê û beşek ji xortên herêmê ji ber bêhêvîbûna ji daxwazên rewa, rêya berxwedana çekdarî hilbijartine.

Li gorî çavkaniyan, di encama çalakiyên dawî de derbên giran li hêzên rejîmê û milîsên girêdayî rejîma Îranê ketin.

Li gorî zaniyariyan, êrîşek li ser dibistana gundê Bîr a jêrîn li herêma Kehîr a ser bi bajarê Kenarakê pêk hat ku ji bo cihê bicihbûna milîsên girêdayî Îranê dihat bikaranîn. Di vê êrîşê de gelek milîs hatin kuştin û birîndarkirin.

Her wiha li herêma Kilegan a bajarê Gulşenê, wesayiteke Pasdaran ket ber guleyan û çend fermandar û endamên wan hatin kuştin. Li bajarê Saravanê jî pilebilindekî hêzên ewlehiyê bi navê Hucet Wefakerde jiyana xwe ji dest da.

Piştî van bûyeran, rejîma Îranê herêm bi temamî militarîze kiriye, helîkoptêr li esman digerin û hêzên Besîc li nava bajaran hatine belavkirin da ku pêşî li her tevgereke nû bigrin.

Parve bike: