TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Siwêdayê portesto didomin: Hilwese Esed!

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2020 23:54

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro dîsa li bajarê Siwêdayê xwepêşandanên li dijî rejîma Sûriyê pêk hatin.

SOHRê diyar kir ku bi dehan şêniyîn herêma Cebel El-Ereb bi daxwaza hilweşîna rejîmê û başbûna rewşa jiyanê beşdarî xwepêşandana li pêşiya avahiya parêzgeha Siwêdayê bûn û berê xwe dan sûka bajêr û bi dirûşmeyên ‘bijî Sûriyê û hilweşe Beşar Esed’ û ‘gelê Sûriyê yek e ‘ hildan.

Hêjayî gotinê ye doh jî li bajarên Deraa û Siwêdayê xwepêşandên li dijî xirabûna rewşa aborî û jiyanê li tevahiya herêmên Sûriyê û bihabûna zêde ya kelûpelan hatibûn lidarxistin.

Parve bike: