Cîhan
Li Somaliyê di ser de 26 kustî û 30 birîndar hene
PeyamaKurd – Li Somaliyê li eyaleta bi navê Puntlandê li payîtexta wê Garowe, di wexta guhertina qanûna destûrê ya di meclisa eyaletê de, di navbera leşker û dijberên hukumetê de şer derket û di şer de herî kêm 26 kes mirin û 30 kes birîndar bûn.
Li gor dîmenên ser medya civakî; muxalif êrîş dibin ser avahiya meclisê û di şer de çekên giran tên bikaranîn. Di meclisê de ji 35 parlementeran 34 parlementer guherîna qanûn qebûl dikin.
Muxalifên desthilatê dibêjin bi guherîna qanûn, serokê eyaletê Said Abdullah Deni dixwaze wexta serokatiya xwe dirêj bike.