Li Srî Lankayê xwepêsandan: Serokomarê Srî Lankayê ji koska serokatiyê derket
PeyamaKurd – Li Srî Lankayê xwepêşandan ji ber qeyrana aborî hat kirin û di encama girtina ser avahiya Serokkomariyê de, Serokomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji koşka serokatiyê derket.
Li gor Berpirsekî Srî Lankayê ji AFP re diyar kir, piştî ku xwenîşanderan avêtin ser baregeha fermî, Serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji baregeha xwe derket.
Herwiha eşkere kir: “Serok Rajapaksa ji bo cihekî ewle hat birin û leşkeran bi gule bi asman ve berdan, da ku nehêlin xwepêşanderên hêrsbûyî koşka serokatiyê kontrol bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Srî Lanka bi mehan ji ber kêmbûna xurek û sotemeniyê, qutkirina elektrîkê û lezbûna enflasyonê dinale û piştî ku pereyên biyanî yên ji bo hawerdekirina kelûpelên girîng pêwîst in, nema. Gel ji bo beşdarî xwepêşandanan bibe ber bi paytextê ve herikîn. Xwepêşander, Rajapaksa tawanbarê rewşê dibînin.