TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sudanê xwepêsandan zedê dibin

Admin H
Nivîskar
📅 23 sibat 2019 21:17

PeyamaKurd- Li Sûdanê nerazîbûnên li dijî Serokê Sûdanê Omer El-Beşîr zêdedibin. Xwepêşandan tên li darxistin û tê xwestin ku El-Beşîr û hikumet îstifa bike

Li gelek bajarên Sûdanê li dijî biryarên serokê Sûdanê Omer El-Beşîr xwepêşandan hatin lidarxistin û hikumeta Sûdanê jî gelek xwepêşandêr binçav kirin. Doh li gelek bajarên Sûdanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandan li taxên paytext Xertûmê heta vê sibê jî berdewam kirin.

Sky Newsê ragihand ku xwepêşandêr daketin kolanan û helwesta xwe ya nepejirandina biryarên serokatiyê nîşan da. Xwepêşandêran îstifaya hikumetê xwest û bertek nîşanî ragihandina rewşa awarte da. Xwepêşandêran di nava kolanan de tekerên wesayîtan şewitandin.

Parve bike: