Cîhan
Li Sûriyê 6 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Hate raginhandin ku li bajarê Helebê 3 kesên çend roj berê bi tawanên "Şêlandinê", ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin, hatine kuştin.
Li bajarê Ewrem El Coz ê gundewarê Idlibê 2 kes di êrîşeke asmanî ya balafirên bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî de hatin kuştin.
Li gundewarê bakurê Helebê ku di bin kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye jî kesek ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer hat kuştin.
Li devera Rebwa yê bajarê Meyadîn ê Dêrazorê jî 3 zarok ji ber teqîna guleyên bermahiyên şer birîndar bûn.