TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûriyê hejmara tûsbûyên vîrusa korona bû 19 kes, 2 bajarok ketin karantînayê

Admin H
Nivîskar
📅 05 nîsan 2020 19:41

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 3 haletên nû yên pêketina bi vîrusa korona hatine tomar kirin.

Rejîma Sûriyê heta 22yê Adarê ti haleteke Covid-19 ranegihandibû ku 22yê Adarê yekem halet ragihandibû.

Li gorî amarên fermî yên rejîmê, heta niha li Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa korona ketine gihîştiye 19 kesan, ji wan 2 kesan can daye û 2 kes jî baş bûne.

Wezaretê ragihand ku bajarokên Seyide Zeyneb û Minîn ên li gundewarê Şamê hatine karantînekirin.

Parve bike: