TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûriyê hinek kesên ku di binçav de bûn hatin berdan

Admin M
Nivîskar
📅 23 nîsan 2019 02:18

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku li Sûriyê hinek kesên ku endamên grûbên muxalifin û hinek kesên ku ji aliyê rejîmê de dihatin girtin, li herêma di bin kontrola muxalifan de, li devera Abû Zindeyn ku dikeve başûrê El Babê, di heman wextê de serbest hatin berdan.

Wezaret di çarçoveya planekî de, di pêvajoya Astanayê de ku Tirkiye, Rûsya, Îran û bi tevlîbûna Neteweyên Hevgirtî li ser wê planê lihev hatibû kirin de beyanekî da. Di wê lihevkirinê de kesên ku bi zorê hatibû bindestkirin, kesên hatibûn revandin, veguheztina cenazeyan, tesbîta kesên wenda û hwd ku bo wan grûbeka xebatê hatibû danîn, xebata xwe dewam dikin.

Di çarçoveya jor de weka projeya 3 yemîn, wezareta karen derve ya Tirkiyê weha ragihand:

“Kesên girtî yên ji grûbên muxalif yên Sûriyê, hin kesên ji aliyê rejîmê de dihatin girtin, di 22 yê nîsanê de, li başûrê El Babê, li devera Abû Zindeyn ku di bin kontrola muxalifan de ye, bi guhertin û di heman wextê de serbest hatine berdan.”

Grûb dê hê jî xebata xwe dewam bike.

Parve bike: