Li Sûriyê wezîr guherîn, parêzgarên nû hatin tayînkirin
PeyamaKurd - Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo Sekreteriya Giştî ya Serokatiyê, wezaretên Ragihandin û Çandiniyê, herwiha parêzgarên Hums, Quneytra, Dêrazorê û Laziqiyê, navên nû destnîşan kirin.
Doh serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera çend biryarname derxistin û kesên nû ji bo postên hikûmetî û îdarî destnîşan kirin.
Li gorî biyarnameyan, Ebdurehman Bediredîn El Ama ku berê Parêzgarê Humsê bû, wekî Sekreterê Giştî yê Serokatiyê hat tayînkirin.
Xalid Fewaz Zarûr berê Rêveberê Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Şamê bû, wekî Wezîrê Ragihandinê hat tayînkirin.
Basil Hafiz El Siwêdan wekî Wezîrê Çandiniyê hat tayînkirin.
Herwiha Murhef Xalid El Nasan wek parêzgarê Humsê, Xesan Îlyas El Seyid Ehmed wek parêzgarê Quneytreyê, Ziyad Fewaz El Ayiş wek parêzgarê Dêrazorê û Ehmed Elî Mistefa wek parêzgarê Laziqiyê hatin destnîşankirin.