TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Taylandê pira otobanê hilwesiya: 7 kesan can da

Admin İ
Edîtor
📅 15 adar 2025 17:26

PeyamaKurd – Li Bangkoka paytextê Taylandê di encama hilweşîna pira otobanê de ku dihat çêkirin, 7 kesan can da û 30 kes jî birîndar bûn.

Li Bangkoka paytextê Taylandê li ser otobana Rama 2yê tîrêjeke betonê ya pira otobanê ya ku tê çêkirin hilweşiya. 

Rayedaran diyar kir ku di qezayê de 7 kesên ku di înşaata pirê de dixebitîn canê xwe ji dest daye û 4 jê giran 30 kes jî birîndar bûne. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê sedema hilweşînê de lêpirsîn berdewam dike.

Parve bike: