TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tehranê helîkopter ket xwarê 5 kes mir

Admin H
Nivîskar
📅 04 adar 2019 23:51

PeyamaKurd -

Li Tehranê ya Îranê helîkoptera ku diçû alîkariya jina ducanî ket xwarê û 5 kes jiyana xwe ji dest da

Li herêma bi daristan a ku 380 km dikeve başûrê Tehranê ya Îranê helîkoptera ku diçû alîkariyê ket xwarê û 5 kes mirin. Li gorî çapemeniya Îranê helîkopter ji bo alîkariya jina ducanî ya 26 salî hatibû şandin.

Şefê serwîsa Rewşên Lezgîn ê Netewî Huseyîn Kûlîvad ji televîzyona dewletê re axivî û ragihand ku beriya ku helîkopter bigihîje herêma jina ciwan lê qeza kir, 3 murettebat û 2 endamên tîma alîkariyê mirine.

Hate ragihandin ku qeza li herêma Sarteşnîz a 380 kîlomtre dikeve başûrê Tehranê pêk hatiye û li gorî ajansa nûçeyan a Îrna yê helîkopter li antena telekomunîkasyonê qelibiye

Parve bike: