TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tehranê teqînên bihêz çêbûn

Admin H
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2026 10:05

PeyamaKurd - Li herêmên Pakdeşt û Qiyamdeştê yên ku li rojhilatê paytexta Îranê Tehranê ne, dengê teqînên bihêz hat bihîstin û ev rewş bû sedema tirs û xofeke mezin di nav xelkê herêmê de.

Ajansa nûçeyan a "Fars" a Îranî îro 11ê Tîrmehê ragihand ku di destpêkê de cih û sedema serekî ya van teqînan nehatibû zanîn, lê piştre Şaredarê Pakdeştê eşkere kiriye ku ev deng peywendî bi proseya pûçkirin û jinavbirina teqemeniyan ve heye.

Şaredar bal kişandiye ser wê yekê ku ev çalakiyeke plankirî ya saziyên leşkerî ye, rewş bi temamî di bin kontrolê de ye û tu metirsiya zirarê li ser jiyana welatiyan tune ye, ji ber wê jî daxwaz kir ku xelk nekevin fikaran.

Parve bike: