Cîhan
Li Teksas bang: Ji malê dernekevin
PeyamaKurd - Ji ber zêdebûna pêketinên vîrusa korona, Walîyê Teksasê Greg Abbot bang li gel kir û got, ji mal dernekevin.
Di 10 rojên dawî de, hejmara pêketinên li Teksasê gelekî zêde dibe. Tê gotin ku, rojane 3000 kes bi vîrusê dikevin.
Abbott got, sîstema wan ya tenduristîyê têra nexweşan dike, lê divê dîsa jî bi maske bigerin û mesafa civakî biparêzin.
Di 1ê Gulanê de li Teksas tedbîrên li dijî korona hatibû sistkirin û bo karen aborî destur hatibû dayîn.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Teksasê bi qasî 100,000 kes bi vîrusa korona ketine û 2,088 kesan jî can daye.