TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tengava Hurmuzê 4 keştiyên petrolê li mayînan ketin

Admin H
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2026 11:15

PeyamaKurd - Hêzên çekdar ên Îranê ragihandin ku dema 4 keştiyên petrolê di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn, mayînên deryayî bi wan ve teqiyane û agir bi wan ketiye.

Ev bûyer tenê rojekê piştî daxuyaniya artêşa Amerîkayê (CENTCOM) hat ku gotibû rêyên sereke yên wê tengavê ji mayînan hatine paqijkirin.

Artêşa Pasdaran diyar kir ku ev keştî di rêyên qedexekirî de geriyane, pergalên xwe yên şopandinê vemirandibûn û hişyariyên wan paşguh kiribûn.

Berdevkê Artêşa Pasdaran Husên Muhibî jî bersiv da Amerîkayê û xwest ku bangeşeya wan a paqijkirina mayînan bi belgeyên serbixwe bê selmandin, di heman demê de hişyarî da şîrketên keştîvaniyê ku baweriyê bi daxuyaniyên CENTCOMê nekin.

Parve bike: