TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê cara yekem bajarokek xistin qerentîneyê

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2020 22:23

PeyamaKurd – Bi belavbûna vîrusa korona re cara yekem li Tirkiyê bajarokek xistin jêr qerentîneyê.

 Li Rîzeyê bajaroka Kendirlî û 4 gundên girêdayî navendê ji ber vîrûsa corona xistin bin qerentîneyê û çûnûhatin hat qedexekirin.

Midûrê Tenduristiyê yê Rîzeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bajaroka Kendirlî û gundên nêzî wê Yeni Selimiye, Beştepe, Esentepe û Maltepe  ji bo rê li pêş bûyerên vîrûsê bigirin xistine bin qerentîneyê.

Li bajaroka Kendîrlî ya Nifûsa wê 3500 kes in, heta niha mirovekî 67 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî bi vîrûsa korona ketine. 

Li gorî biryarê heta fermaneke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û çûnûhatina derve ji bilî pêdiviyên jiyanî qedexe ye.

Parve bike: