TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê ji do de, 169 car agir bi deveran ket û 163ê şewat hatin vemirandin

Admin M
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2026 22:32

PeyamaKurd – Wezîrê çandiniyê û daristanan İbrahim Yumaklı ragihand ku ji do heya niha li 169 ciyan şewat derketiye û ji wan 163 şewatan vemirandine û ketine bin kontrola wan.

Li 5 bajaran jî li 6 ciyan şewat derketiye û ji bejayiyê û hewayê de dixebitin da agir vemirînin.

Yumaklı di ser hesabê xwe yê medya civakî de agahiyan da û got ji wan şewatn 110 heb jê di derveyê sehayên daristanan de çêbûne.

Yumaklı di behsa 6 şewatên ku dewam dikin de got ku piraniya şewatên li navça Gülnar a bajarê Mersinê û navça Seydikemer a bajarê Muğlayê xistine bin kontrolê.

Asta şewata li navça Alanya ya bi ser bajarê Antalya û ya navça Fethiye ya bi ser bajarê Muğlayê jî xistine. Di şewata li navça Çine ya bi ser bajarê Aydınê û ya navça Gömeç a bi ser balajarê Balıkesirê de, mudaxele ji hewa û bejayiyê de tên kirin. Yumaklı bang li xelkê kir û got:

“Lehengên daristanan ji bo welatekî kesk têdikoşin. Tu jî nebe sedema şewatên nûh.”

Parve bike: