TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê 'Qanûnên Yassiadayê' hatin rakirin

Admin M
Nivîskar
📅 24 hezîran 2020 04:19

PeyamaKurd- Meclisa Tirkiyê qanûna bi navê Yassıadayê ku hatibû derxistin betal kir. Di sala 1960 an de leşker dest danîbû ser rêvebiriya Tirkiyê û li Yassıadayê gelek kesan darizandibûn û di encamê de serokwezîrê Tirkiyê Adnan Menderes, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Fatin Rüştü Zorlu û wezîrê darayî Hasan Polatkan îdam kiribûn û gelek kesan bi cezayê giran cezakiribûn. Piraniya wan kesên ku hatibûn darziandin, parlementerê wê dewrê bûn.

Qanûna ku bo îdam û darizandina wan bûbû bingeh, niha ji ortê rabû. Teklîfa qanûn bi daxwaza serokê parlementoyê Mustafa Şentop û 192 parlementeran hatibû xwestin û bi yekdengî di meclisê de hat qebûlkirin. Darizandina dewra 27 ê gulana 1960 an di Dîwana Edaletê ya Bilind de,li girava Yassıada hatibû kirin.

Niha ew qanûn ji ortê rabû û wê ji aliyê serokkomariya Tirkiyê de komîsyonekî bê avakirin da zerar û ziyana warisên wan kesên ku li Yassıadayê hatibûn darzizandin û îdamkirin, bo wan tazminat bê dayîn.

Din ava kesên ku hatibûn darizandin, neviyê Şêx Seîdê Palo Abdulmelîk Firat û kurê Abdulmecîd Begê Sîpkî Halis Öztürk jî hebûn ku Halis Öztürk şervanê Bizava Agiriyê bû.

Parve bike: