TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê serokê partiyekê ji koronayê mir

📅 14 nîsan 2020 14:13

PryamaKurd - Serokê Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP) Haydar Baş, li bajarê Trabzonê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.

Serokê BTPê, Haydar baş ev 4 roj bûn li bajarê Tirkiyê yê Trabzonê ji ber koronayê nifşê nû (Covid-19) di bin çavdêriya pizîşkî de bû.

Haydar Baş ku tevî wî 8 endamên malbata wî bi koronayê ketibûn û li nexweşxaneyeke Trabzonê dihat dermankirin, îro 14ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da.

Cîgirê Serokê BTPê Lutfullah Onder duh diyar kiribû ku Haydar Baş ev 4 roj in li nexweşxaneyê ji ber koronayê tê dermankirin.

Serokê BTPê Haydar Baş 73 salî bû.

Parve bike: