Cîhan
Li Trablûsê ser destpêkir: 10 kustî 41 birîndar
PeyamaKurd- Li payîtexta Lîbyayê piştî agibesta 4 mehan di navbera grûban de car din şer û pevçûn destpêkir û di dawiyê de 10 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.
Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Lîbyayê; ev 2 roje ku li Trablûsê şer destpêkiriye û di nava birîndaran de zarok û jin jî hene.
Şer û pevçûn di navbera hêzên hukumeta netewî ya lihevkirî û hêzên 7emîn tûgayê de dewam dike.