Cîhan
Li Tûnisê balafir ket: 2 kes mirin
PeyamaKurd-Li bajarê Sefakes a ser bi welatê Tûnisê de, balafireka perwerdê ya leşkerî ket û di encamê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê wezareta bergiriyê ya Tûnisê Tûxgeneral Bilhasan el-Vislatî agahî da çapemeniyê û got ku balafir di dema şevê de, ji balafirgeha Sefakes bi hewa ketiye û li heman deverê jî ketiye. Di encamê de du leşker jiyana xwe dane.
General Vislatî di derbarê sedema ketina balafirê de agahî neda.