TR KU SO
FB X
Cîhan

Li welatê Afrîka Basûr 6 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2021 00:36

PeyamaKurd – Bi sedema girtina serokkomarê berê yê dewleta Afrîka Başûr Jacop Zuma li welat xwepêşandan destpêkirin û heya niha di xwepêşandanan de 6 kes hatin kuştin. Bi sedema hêza polîs têr nekir ber li xwepêşandanan bigre, nehêle yaxma û talan bibe, leşkerên artêşê daketin kolanan.

Serokkomarê berê Jacob Zuma bi sedema ‘Îttaatê ji dadgehê re nekiriye’ bi cezayê 15 mehan hatibû cezakirin û roja pêncşema borî li eyaleta xwe li Kwazû Natalê teslîmê asayîşê bûbû û wî biribûn zîndanê.

Li ser girtina serokkomarê berê xelk daketin kolanan û xwepêşandan ji eyaleta Kwazû Natalê heya eyaleta Gautengê belav bû. Heya niha 6 kes hatine kuştin û 219 kes hatine binçavkirin.

Parve bike: